PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIAhenga Wehye Û ZanisteŞerif Çelebi
Ahenga Wehye Û Zaniste kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Ahenga Wehye Û Zaniste

Şerif Çelebi · Yazar

Belê, çîroka mirovahîyê ku li Xwedayê xwe digere, qet bi dawî nabe. Ew Xwedayê ku xwerû hezkirin e, dilovan e, bexşende ye û ji şahdamarê me nêzîktirî me ye. Rêberîyê û çavdêrîyê li me dike û bi me re eleqedar e. Hem dîse jî ew hunermendekî zêde mezin e. Loma...

Sayfa
284
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2026-10-26
Yayınevi
PUNG YAYINEVİ
ISBN
9786259152042
Dil
kürtçe
Format
Dosya henüz eklenmedi
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗

PDF kitap arşivi dış sitede açılır. Bu kitap için doğrudan dosya bağlantısı henüz eklenmemiştir.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Belê, çîroka mirovahîyê ku li Xwedayê xwe digere, qet bi dawî nabe. Ew Xwedayê ku xwerû hezkirin e, dilovan e, bexşende ye û ji şahdamarê me nêzîktirî me ye. Rêberîyê û çavdêrîyê li me dike û bi me re eleqedar e. Hem dîse jî ew hunermendekî zêde mezin e. Loma hemû pesin û spasî ji Wî re ne. Di vê jîyanê de ku wekî çemekî xurt diherike, em mîna morîyekî neçar in û bêhêz in. An jî mirovahî mîna vî kesî ye ku di reş û tarîtîya şevê de û di mijeke zêde tîr de, kêfarat dike ku derdora xwe bibîne û fêm bike. Jîyan jî mîna tiştanokek û xaçepirseke zêde mezin e û kompleks, efsûnî, sirdar û veşartî ye. Li ber van zehmetî, neçarî û tarîtîyên jîyanê; bêguman çareserî jî heye ku me bi ber ronahîyê û hesanîyê ve bibe. Ew çareserî jî ji hevkarîya wehyê û zanistê çêdibe. Em divê xwe, ji kaosa “an fîzîk an jî metafîzîk”ê derênin û bi ber aramî û harmonîya “hevkarî û hevsengîya fîzîkê û metafîzîkê” ve herin. Bila ev tespîta rewşenbîrên me ji me re esas be: “Dîn perek(baskek) e, zanist jî perek e. Wextê ev her du per hebin hingî mirov dikare bilind bifire…” Ji bo tenduristîya bedenî, aqlî û ruhî û ji bo aramîyê û dilgeşîyê û ji bo pêşveçûna dinyewî; hevsengîya wehyê û zanistê pêwist e. Wehîy û zanist mîna çirayekê ne. Her çiqas carna di destên nezanan û nebaşan de bi çirayê daristan werin şewitandin jî rastîya çirayê ku ji bo ronahîyê û rêberîyê ye, nayê guhertin. Ji bo jîyaneke watedar û ji bo kirinên me di herheyî de deng vedin bila her tim Afirînerê me li pêşîya her tiştî û di pêşîya herkesî de be.
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗