Kitap hakkında
“bê te kes nizane xewna min a çiyayî, di şolbûna kolanan de wê xewnereşkek hov be. ez ê tirsonekê siya xwe bim di bin çavên nenas de. ji bo zûha bikim xuhdana tirsê lêgerîna desmalek bihnnas dikim... ev bûye sedsal... êwra baskên xwe venekişand. navbera min û rojê de bûn siya kendîz, parek tarî berdan ser lêvên min. bûn mîratxûr ji kelexuhdanek bêbaweşînk, ruyê min nekirin ravestgeh ji koça bihna te re.” Haşim Kırmızı