PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIDestpekek ji bo Felsefeyeİbrahim Bor
Destpekek ji bo Felsefeye kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Destpekek ji bo Felsefeye

İbrahim Bor · Yazar

Ev xebat, wek gelek mînakên destpêkên ji bo felsefeyê, li ser çend mijarên ramana felsefeyê disekine û wan dinirxîne. Di vê xebatê de ramana felsefî wek pênaseyeke giştî tê pejirîn ku mebesta me ji vê hem Felsefeya Rojava hem jî disiplînên wê yên bingehîn in....

Sayfa
263
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2021-01-01
Yayınevi
PEYWEND
ISBN
9786058160804
Dil
kürtçe
Format
Dosya henüz eklenmedi
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗

PDF kitap arşivi dış sitede açılır. Bu kitap için doğrudan dosya bağlantısı henüz eklenmemiştir.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Ev xebat, wek gelek mînakên destpêkên ji bo felsefeyê, li ser çend mijarên ramana felsefeyê disekine û wan dinirxîne. Di vê xebatê de ramana felsefî wek pênaseyeke giştî tê pejirîn ku mebesta me ji vê hem Felsefeya Rojava hem jî disiplînên wê yên bingehîn in. Di vê pirtûkê de em ê lisê mijarên sereke yên felsefeyê bisekinin, ku heya niha di gelek xebatên li ser felsefeyê yên zimanên têvel de hatine nivîsîn. Van mijaran zanînnasî (epis- temology), hebûnnasî (ontology) û sincnasî (ethics) ne. Ev hersê mijar, ji destpêka felsefeyê, ango dema felsefe wek ramaneke bipergal û birêzik derketiye pêş, heya îro bi şewêyê cûrbicûr hatine nîqaşkirin. Li gor şertên civakî, çandî, bêhtir jî yên ramyarî/siyasî (political) û aborî, Herwiha, Li gor pêşveçûnên zanistî, teorî û nêrînên derbarê van mijaran de jî guherîne û teoriyên nû derketine pêş. Ji ber ku felsefeyê bêhtir teşeya xwe ya ramanî bi şêweyeke pergalî li Rojava, ango li Yewnana Kevin, bi dest xistiye, me jî mijar li gor nêrîta Felsefeya Rojava rave kir û nirxand. Di vê xalê de em dikarin bibêjin ku ev xebat wek danasîn û şayesandina sê mijarên sereke yên felsefeyê bi zimanê Kurdî ye. Bi rastî, girîngiya xebatê di pişka hevokê ya duyemîn de ye. Lewre ebesta me ne tenê danasîn û ravekirina sê mijarên felse- feyê ne, ji xwe ev tişt têra xwe bi zimanê din têne kirin. Mebesta herî girîng ya vê xebatê ev e ku di zimanê Kurdî de ramana felsefî bi şêweyeke hizirbar, razber û pergalî bîne ziman. Bi gotineke din, armanca pirtukê ya sereke, bi peyv û têgehên Kurmancî teşedana ramaneke razber e.
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗