PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIFeqînasîKolektif
Feqînasî kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Feqînasî

Kolektif · Yazar

Dema mijar tê ser edebiyata Kurmancî ya klasîk berî her tiştî sê şexsîyet têne bîra mirov. Ev sê şexsîyet li gor rêzê Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî ne. Ev sê şexsîyet li asîmanê edebîyata Kurmancî wekî stêrka Sureyyayê ne û bi hev re ronahîyê didi...

Sayfa
415
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2022-01-01
Yayınevi
PEYWEND
ISBN
9786256963030
Dil
kürtçe
Format
PDF / EPUB
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗
İndirme henüz hazır değil

Kitap bilgilerini inceleyebilir, diğer kitapları keşfedebilirsiniz.

Bağlantılar eKitaplığım ana sayfasını yeni sekmede açar.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Dema mijar tê ser edebiyata Kurmancî ya klasîk berî her tiştî sê şexsîyet têne bîra mirov. Ev sê şexsîyet li gor rêzê Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî ne. Ev sê şexsîyet li asîmanê edebîyata Kurmancî wekî stêrka Sureyyayê ne û bi hev re ronahîyê didine erdnîgarîya Kurdan û asîmanî dixemilînin. Bêguman Feqîyê Teyran bi xêra berhemên xwe quncikeke fireh di dilê gelê xwe de girtîye. Derbareyê Feqîyê Teyran de di nava gel de gelek çîrok û hikayeyên xerîb û fantastîk jî belav bûne û ew çîrok wekî rastî hatine qebûlkirin. ‘Işqa wî digel Sînemê, feqetîya wî, hevaltîya wî digel Melayê Cizîrî, axaftina wî digel teyr û tulûran newal û çîya û ber û behran heta mirina wî û tabût û tirba wî ev hemû bûne çîrokên rastî di nava gel de. Zimanê şi‘ra Feqîyê Teyran ji qebîla sehl-i mumteni‘ e, bi hêsanî tê fêhmê, lê bi hêsanî wekî wan nayête gotin û nayête nivîsîn. Feqî, mîna adeta zemanê xwe neçûye û şi‘rên xwe bi Erebî û Farisî nexemilandiye. Wî her hewl daye ku rewş û xemla şi‘rên wî tenê bi zimanê Kurmancî be. Ji her beyteka wî bêhna sosinên çîyayan difûre, ji dengê her şi‘ra wî dengê teyr û tilûrên curbecur tê, ji loma hîn jî ji heft salîyan heta heftê salîyan hemû kesên ku bi Kurdî dizanin bi hêsanî dikarin şi‘rên wî bixwînin û tam û zewqa edebîyata Kurmancî jê wergirin. Ev nêzî 4 esran e ku Feqîyê Teyran ji nav me bar kiriye û çûye. Wî li pişt xwe ne mal hişt ne milk hişt ne jî ewlad û zarok hiştin. Wî li pişt xwe dîwanek û sê menzûmeyên Kurdî; Bersîsê Abid, Şêxê Sen‘an û Zenbilfiroş hiştin.
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗