Kitap hakkında
Bahriye ÇeriMin li ber her baranê dest bi stranekê kir Guhanên baranê hebûn Min li ber her baranê tiştekê winda kir Hovîtîya behrê, rengê avê, di binê balîfa min ra çemekê derbas dibe Xewna Wî dibînim. Ew, xweşiktir e ji hêjîrên ber baxçeyê dêrê Av, ey xêza mirin û jiyanê Av e, bendav e, lehî ye Gulistan e di nav da wenda ye Gulistan, porxeleka strana bayê Dikene li ber ava Munzurê Şev e Tenê destekê min heye, niviştan ji hev vedikim ebced hewwez Ez li ser kuştina xwe difikirim Jin im