PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIMŞerzad Hesen
M kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

M

Şerzad Hesen · Yazar

Yek ji nivîskarên kurdî ê herî balkêş û serketî Şêrzad Hesen êdî bi kurmancî ye. Berhevokeke ku ji sê çîrokan pêk tê bi navê “M” di nav weşanên Avesta de çap bû. Ji çîrokên di kitêbê de “Gula Reş” û “M” ji kitêba Şêrzad Hesen a bi navê Gula Reş, “Maleke ji avê...

Sayfa
64
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2011-05-13
Yayınevi
AVESTA BASIN YAYIN
ISBN
9786055585471
Dil
kürtçe
Format
PDF / EPUB
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗
İndirme henüz hazır değil

Kitap bilgilerini inceleyebilir, diğer kitapları keşfedebilirsiniz.

Bağlantılar eKitaplığım ana sayfasını yeni sekmede açar.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Yek ji nivîskarên kurdî ê herî balkêş û serketî Şêrzad Hesen êdî bi kurmancî ye. Berhevokeke ku ji sê çîrokan pêk tê bi navê “M” di nav weşanên Avesta de çap bû. Ji çîrokên di kitêbê de “Gula Reş” û “M” ji kitêba Şêrzad Hesen a bi navê Gula Reş, “Maleke ji avê” jî ji Pîre perwaneyên êvaran hatiye girtin. Kitêb ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Weşanxane biryar daye ku hemû çîrok û romanên Şêrzad Hesen bi kurmancî biweşîne. Di dorê de “Xewnî Çalçolekekan” heye, bi navê “Xewna Pîrepindan” tê amadekirin. Beşek ji çîroka M ..nabêjim xaniyê xwe, niha ji vê “xwe”ya hanê pir aciz im, xwe.. xwe.. xwe. Çiqasî jê bi nefret im. Eger bikarim wê di zimanê kurdî de nahêlim û davêjim. Bila ew û sedemên afirandina wê jî hilweşin. Ew pir hestîgiran û rûreş e bi taybetî ku piştî navan tê, bi baweriya min di hemû zimanan de cînaveke kirêt e. Guh bide mêrekî dema dibêje: xaniyê min, otomobîla min, jina min, tivinga min, kerê min, pêlava min… Guh bide van hemû ‘min‘ên tehl çiqasî bê çêj in. Hey du hezar tif li vê ‘min‘ê bibare. Eger mêr bizanin çiqasî bi vê ‘min‘ê sivik dibin, bêguman wê dijî wê protesto bikin û xwepêşandanan lidar bixin, wê cade û kolan pir bibin bi mêrên hêrsbûyî û wê panel û civîn saz bikirana da ku bikarin vê ‘min‘ê ji ziman rakin. Mîna mêrekî werimî bê dûrxistin. Dibe ku deh milyon kes daxwaz ji “Akademiya Kurdî” û navenda paqijkirina ziman bikin vê ‘min‘ê ji nav bibin. Wek paşayekî sitemkar, jineke dawpîs dermanxwarî bikin, hemû bi yek dengî biqîrin vê ‘min‘ê ziman têk daye û bila nemîne, bila hilweşe...
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗