Kitap hakkında
tenêtî piştî wê veqetîna ewil aramiyekê tîne aramiyeke bêdeng ku tenê ez û kursiyê min ê kevn di nav de dimînin kursiyekî ku soz dabû bi min re pîr bibe wî jî mîna min pişta xwe nedida jiyanê her sibeh bi dengê qirçînên xwe şiyarî bi birînên min vedida dengê wî di nav bêdengiyê de wekî straneke kevn bû straneke ku kesî nedizanî û ne diyar bû ji bo kê hatiye gotin