Kitap hakkında
Ebexe/Çaldiran navçeyeke bajarê Wanê ye. Ji aliyê rojhilatê bi Îranê ve, ji rojhilat ve bakûr bi Bazîdê ve, ji bakûr bi Gîhadînê ve, ji rojavayê bi Bêgiriyê ve û ji başûr jî bi Qelqeliyê re cîran e. Berhevkarê vê kitêbê Mazhar Çiftçi li gundên Ebexeyê geriyaye û tam 47 heb çîrok berhev kirine. Dema çîrok berhevkirine, her tiştê wan kiriye bin qeydê. Çîrok ji kêgirtiye, kîjan rojê jê girtiye, navê gundê wî, çenda salî ye, tehsîla wî tev diyar kirine. Piştî berhevkirina van çîrokan berhevkar bi baldarî ev çîrok deşîfrasyona wan kiriye. Di vê deşîfrasyonê de dest nedaye zimanê çîrokan; heta ji deste wî hatiye taybetmendiya devoka Ebexeyê parastiye.