PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIDi Folklora Kurdi de Serdestiyeke JinanRohat Alakom
Di Folklora Kurdi de Serdestiyeke Jinan kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Di Folklora Kurdi de Serdestiyeke Jinan

Rohat Alakom · Yazar

Kitêba Rohat Alakom “Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan” din av weşanên Avesta de derket. Ev lêkolîn, tenê li ser beşeke folklora kurdî hatiye pêkanîn. Xebateke sînorkirî ye, tenê di nav folklora kurdî de cîhê jinan û motîvên ser tema jinan pêşkêş dike. V...

Sayfa
168
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2013-03-07
Yayınevi
AVESTA BASIN YAYIN
ISBN
9786055585860
Dil
kürtçe
Format
Dosya henüz eklenmedi
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗

PDF kitap arşivi dış sitede açılır. Bu kitap için doğrudan dosya bağlantısı henüz eklenmemiştir.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Kitêba Rohat Alakom “Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan” din av weşanên Avesta de derket. Ev lêkolîn, tenê li ser beşeke folklora kurdî hatiye pêkanîn. Xebateke sînorkirî ye, tenê di nav folklora kurdî de cîhê jinan û motîvên ser tema jinan pêşkêş dike. Vê lêkolînê hemû nimûneyên folklora kurdî, ji xwe re nekiriye materyal, nedaye ber çavan. Nimûne tenê ji nav çîrok, destan, gotinên pêşiya û stranan, ji nav van çar beşên bingehîn hatine hilbijartin. Giringiya vê xebata piçûk ew e ku li ser folklora kurdî lêkolîneke bi zimanê kurdî tê çêkirin. Ji aliyê din, xebat bi xwe jî li ser babet û tema jinan e, bi vî tehrî mirov dikare bêje du rûçikên vê pirtûkê hene: folklor û jin. Ev herdu babet di vê pirtûkê de ketine zikê hev, hev dewlemend kirine. Xwendevan ji alîkî de dikare folklora kurdî binase, nimûneyên vê folklorê tam bike, ji aliyê din bi saya hin berhemên folklorîk dikare derbarê cîhê jinan û rewşa jinan de zêdetir agahdar bibe û zanyariyên xwe pêş da bibe. Ji aliyê din dema ev pirtûk hate berçavkirin, xwendevan ê bibîne ku, jinan di folklora kurdî de ji xwe re textek ava kirine û serdestiyeke wan heye. Di folklora kurdî de gotin “gotina jina” ye û kilam “kilamên keçikan” in.
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗