PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIDîwana Şêxê Sena'nî Bi Xezela Feqehê Teyra Û Xengînê XanîDr. Ahmet Gemi
Dîwana Şêxê Sena'nî Bi Xezela Feqehê Teyra Û Xengînê Xanî kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Dîwana Şêxê Sena'nî Bi Xezela Feqehê Teyra Û Xengînê Xanî

Dr. Ahmet Gemi · Yazar

Çîroka Şêxê Sen‘anî bi gelek alîyê xwe ve bala meriv dikêşe ser xwe. Ev çîroka ku bi xêra Feqîyê Teyran cihê xwe di nav wêjeya Kurdî de dîtîye, di roja me ya îroyîn de jî bi gelek şêweyên xwe ve dertê pêşberî me. Ev berhema ber destê me ya bi navê Dîwana Şêxê...

Sayfa
198
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2024-02-26
Yayınevi
PEYWEND
ISBN
9786257568869
Dil
kürtçe
Format
Dosya henüz eklenmedi
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗

PDF kitap arşivi dış sitede açılır. Bu kitap için doğrudan dosya bağlantısı henüz eklenmemiştir.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Çîroka Şêxê Sen‘anî bi gelek alîyê xwe ve bala meriv dikêşe ser xwe. Ev çîroka ku bi xêra Feqîyê Teyran cihê xwe di nav wêjeya Kurdî de dîtîye, di roja me ya îroyîn de jî bi gelek şêweyên xwe ve dertê pêşberî me. Ev berhema ber destê me ya bi navê Dîwana Şêxê Sen‘anî Bi Xezela Feqehê Teyra û Xemgînê Xanîjî yek ji van xebatan e ku di serdema modern ya edebîyata Kurdî de derketîye holê. Ev berhema han a menzûm ji alîyê Mela Nûrî (w.2008) ve hatîye amadekirin ku navê wî yê mustear Xemgînê Xanî ye û di vê pirtûkê de weke Xemgîn derbas dibe. Divê bê gotin ku Mela Nûrî weke Seyîd Nûrî jî tê naskirin. Ev berhem, bi terza xwe ve meriv dikare bibêje ji nezîreyê wêdetir mîna tekmîleyê tê xuyakirin. Çiku “nezîre, ji helbestek e ku helbestvanekî din bi heman şekl, wezn, qafîye û redîfê ve ji helbesta helbestvanekî re wek nezîre ango mînak çêkirîye” re tê gotin. Lê dema meriv li vê xebata Xemgîn dinihêre dibîne ku ew ne di wê îddîayê de ye ku derê pêşmuqabilê Feqîyê Teyran û ji helbesta wî re nêzîreyê çêbikê. Berevajî vê Xemgîn bi awayekî rêzdarî li helbesta Feqî dinêre û ji vê qesîdeya wî re tekmîleyekî/temamkerekî çêdike. Tekmîle jî, ji alîyê naverok an jî kronolojîyê ve temamkirina pirtûkekê ye ango curexebateke ku ji bo kêmasîyên berhemekî bên sererastkirin an zêdekirin lê bê çêkirin an jî, ger guncav be, jêderxistin lê bê çêkirin e. Lewma jî dema meriv li berhemê mêze dike dibînê ku ew cihên an jî serborîyên ku Feqî behs nekirine an jî rasterast di ser re derbas bûye Xemgîn tespît kirîye, bi heman şêweyî behsa wan kirîye û ew qul û qusûr ji holê rakirîye.
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗