PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIDîwançeya Seyfiyê ŞoşîMüslih Sezer
Dîwançeya Seyfiyê Şoşî kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Dîwançeya Seyfiyê Şoşî

Müslih Sezer · Yazar

Sedsala XVIII. û XIX. hem ji bo cîhanê hem ji bo gelên rojhilata navîn, bi taybetî jî ji bo gelê kurd sedsaleke gelekî giring e. Di vê sedsalê de veguherînên mezin dest pê kirine û di dawiyê de jî tabloyên balkêş derketine pêş. Her çend şopên van veguherînan d...

Sayfa
196
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2022-01-01
Yayınevi
PEYWEND
ISBN
9786257568906
Dil
kürtçe
Format
Dosya henüz eklenmedi
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗

PDF kitap arşivi dış sitede açılır. Bu kitap için doğrudan dosya bağlantısı henüz eklenmemiştir.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Sedsala XVIII. û XIX. hem ji bo cîhanê hem ji bo gelên rojhilata navîn, bi taybetî jî ji bo gelê kurd sedsaleke gelekî giring e. Di vê sedsalê de veguherînên mezin dest pê kirine û di dawiyê de jî tabloyên balkêş derketine pêş. Her çend şopên van veguherînan di nav helbestên şa’îran de bi aşkereyî neyên dîtin jî tesîra wan li ser şaîran gelekî maye. Şer û gengeşî, têkiliyên mirovan, hest, raman û hizra wan a tesewufî di nav helbestan de bi şiklekî edebî û hunerî hatine beyankirin. Seyfî jî yek ji wan şa’îrên giring yên vê serdemê ye û girêdayî terîqeta Qadirîyê ye, têgehên termînolojiya Qadirîyê (têgehên tesewufî û navdarên vê terîqetê) di helbestên xwe de bi kar anîne. Seyfiyê Şoşî di sedsala XIX. de jiyaye û helbestvanekî mutesewif ê herêma Behdînan e. Heta demeke nêzik ji aliyê cîhana kurdolojiyê ve nehatiye naskirin. Mixabin der barê jiyan û berhemên wî de zêde ma’lûmat nînin. Pêzanînên der barê wî de jî bi gelemperî, ji helbestên wî hatine derxistin. Seyfiyê Şoşî destnivîseke hêja bi şêweya keşkûlekê nivîsiye û ew heta roja îro hatiye. Di nav wê destnivîsê de cure cure helbest û berhem hene û ev destnivîs gencîneyeke edebiyata kurdî ya klasîk e. Seyfiyê Şoşî ev destnivîs di navbeyna salên 1780-1786an de nivîsiye. Ev berhem cara yekem bi xebata Tehsîn Îbrahîm Doskî û Muhsîn Îbrahîm Doskî derketiye meydanê û Şoşî bi vî awayî hatiye naskirin.
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗