Kitap hakkında
Ez warê birçîbûn, xîzanî û komkujiyan im Dîrok min nanivîse Ez navê jiyaneke girtiyê sînoran im Xwîn digirîn çiya û deşt Di hêstirên şilûpil yên dayikekî de Henaseke xwe spartiye avên reş e mirin Gavekî di wirdetir Bedena min hesreteka bi têldirkan parçe bûyiye Şerm dikim ji demsalên hatine bêdengkirin Şerm dikim ji zarokên bêsol in Şerm e ji zîndanan û ji şefaqên hatine dorpêçkirin, Ji êvarên li ber cankêşê ne Min nekarîbû te di şevên xayîn de bi cih bikim Ey Mezopotamya!