PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIKewen Birçiİsmail Dindar
Kewen Birçi kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Kewen Birçi

İsmail Dindar · Yazar

Kitêba nû a Ismail Dindar “Kewên Birçî” ji nav weşanên Avesta derket. Kitêb ji 16 çîrokan pê tê. Ji çîroka bi navê Kewên Birçî: Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û ti...

Sayfa
104
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2010-03-09
Yayınevi
AVESTA BASIN YAYIN
ISBN
9786055585075
Dil
kürtçe
Format
Dosya henüz eklenmedi
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗

PDF kitap arşivi dış sitede açılır. Bu kitap için doğrudan dosya bağlantısı henüz eklenmemiştir.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Kitêba nû a Ismail Dindar “Kewên Birçî” ji nav weşanên Avesta derket. Kitêb ji 16 çîrokan pê tê. Ji çîroka bi navê Kewên Birçî: Zivistan... Ku zivistan dihat, weke kirasê bûkê, dar-daristan, rez û zevî, çiya û newal seranser spî dibûn. Hesreta çukan, teyr û tilûran mistek reşahî bû. Piştî barîna berfê, xort û zilamên gund derdiketin nêçîra kewan. Em zarok li hêviya mezinan diman. Me bi bayê bezê xwe diavête turikên bav, bira û apên xwe. Bi lez me kewên di turikan de dihijmartin. Dema diya min kew dipirtikandin min jê dipirsî: “Dayê, bê tiving, kew çawan têne girtin?” “Lawo, kew di berfê de nikarin bifirin.” “Çima di berfê de nikarin bifirin?” “Ku berf dibare, kew tiştekî xwarinê peyda nakin. Birçî dimînin. Ku birçî dibin, hêz di wan de namîne û êdî nikarin bifirin.” “Bavê min jî wan bi destan digre, ne wisa ye dayê?” “Erê lawê min, wisa ye, bi destan digrin, kewên birçî nikarin bifirin. Ma tenê kewên birçî ji qerem dikevin? Hemû ajal wisa ne. Mirov jî wisa ne. Ku mirov jî birçî dimînin, ji dest û piyan dikevin. Xwedê tu kesî tî û birçî nehêle.” “Kewên birçî, nikarin bifirin. Kew, kewên birçî... Birçîbûn...” Û ligel ku ez gelekî birçî bûm jî, min goştê wan kewan nedixwar. Goştê kewên birçî...
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗