PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIMelanasî Melayê Cizîrî Û Mîrasa WîKolektif
Melanasî Melayê Cizîrî Û Mîrasa Wî kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Melanasî Melayê Cizîrî Û Mîrasa Wî

Kolektif · Yazar

Melayê Cizîrî digel şairtiya xwe di şecaet û wêrekiyê de jî dersek dide me û jixwebaweriya me ya wendabûyî cardin dihêne bîra me ku bêtirs qiyasa xwe bi giregirên şi’rê re dike. Çimku dizane ku di iqlîmê suxen de mîr, di şi‘rê de cihang...

Sayfa
493
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2024-04-15
Yayınevi
PEYWEND
ISBN
9786256963788
Dil
kürtçe
Format
Dosya henüz eklenmedi
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗

PDF kitap arşivi dış sitede açılır. Bu kitap için doğrudan dosya bağlantısı henüz eklenmemiştir.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Melayê Cizîrî digel şairtiya xwe di şecaet û wêrekiyê de jî dersek dide me û jixwebaweriya me ya wendabûyî cardin dihêne bîra me ku bêtirs qiyasa xwe bi giregirên şi’rê re dike. Çimku dizane ku di iqlîmê suxen de mîr, di şi‘rê de cihangîr ew e. Lewma jî Mela ji bo ku fesahet û belaxeta xwe nîşan bide ji şairên Şîrazê meydan xwestiye çi Hafizê Şîrazî çi Se‘dîyê Şîrazî çi jî Celalê Tebîb ê Şîrazî… Piştî vê yekê di me de ev fikir hasil bû ku şiara vê xebatê diviya ev beyta meşhûr biba ku wiha ye; Ger lu’lu’ê mensûr ji nezmê tu dixwazî Wer şi‘rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet Belê, ev pirtûk li ser Melayê Cizîrî û Mîrasa wî ava bûye ku bi nêrîneke akademîk ji bîst û şeş nivîsaran pêk hatiye. Ji van nivîsaran her yekê, helbestên Melayê Cizîrî li gorî pîvanên edebiyat, dîrok, zimannasî, antropolojî û sosyolojiyê analîz kirine. Her nivîsareke vê berhemê ji pencerekeyeke din ve li hunera Mela nihêriye û nirxandiye ku ew nivîsar ji bo ragirtin, veguhestin û gerandina mîrasa Melayê Cizîrî cihekî muhîm digirin. Me bi van nivîsaran xwest ku perdeya li ser helbestên Melê bidine aliyekî û dîmena efsûnî ya pişt vê perdê piçekî bibînin. Em hêvî dikin ku ev xebata li ber destê we lîteratura Melayê Cizirî ya heyî gavekî pêş de bibe, nîqaş û nêrînên nû derbixîne û ji bo xebatên nû bibe çavkaniyeke baş.
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗