PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASINavê Berhemê Jiyanek, Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)Mehmet Oncu
Navê Berhemê Jiyanek, Bajarek û Dewranek (Bîranên Min) kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Navê Berhemê Jiyanek, Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)

Mehmet Oncu · Yazar

Ev berhem, çîroka jiyana nivîskar, nifşê wî û şarê wî yê bextereş ku 63 salên wî lê bihorî ne vedibêje. Bi gotineke din, qîrîn, zarîn û hewara zarokên kurdan ên pişaftî, herifandî û hilçinandî ye. Bi awayekî trajîk dîmenên vekuştina ri’hê nifşekî û dûmahika wî...

Sayfa
242
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2025-03-26
Yayınevi
SİTAV YAYINLARI
ISBN
9786258255584
Dil
kürtçe
Format
Dosya henüz eklenmedi
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗

PDF kitap arşivi dış sitede açılır. Bu kitap için doğrudan dosya bağlantısı henüz eklenmemiştir.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Ev berhem, çîroka jiyana nivîskar, nifşê wî û şarê wî yê bextereş ku 63 salên wî lê bihorî ne vedibêje. Bi gotineke din, qîrîn, zarîn û hewara zarokên kurdan ên pişaftî, herifandî û hilçinandî ye. Bi awayekî trajîk dîmenên vekuştina ri’hê nifşekî û dûmahika wî nifşî raberî we dike ku di heman demê de ew dîmen talana keleporekê, kuştina zargotinekê û nîvkuştina zimanekî jî piştrast dikin. Piştî rûxîna dewleta Osmaniyan, dema li ser xaka kurdan a qedîm Komara Tirkiyê hat damezirandin, rêveberiya komarê tevî hemû şar û şaristanên kurdan, pergaleke çawa li bajarokê me danî? Çawa rihê bajarokê me xesandin? Pergala perwerde û pişaftinê karekî çawa li ser zarokên kurdan kir? Berî em neketibûn vê kodê rengê me, dengê me û bêhna me çi bû, piştî em di vî aşî de hatin hêran û pişaftin, em bûne çi û veguheziyan çi tiştî? Em çawa ji xwe dûrketin, bi çi sedemê bûn biyanê çand û kelepora xwe ne? Em çima nikarin li cihê kurdekî rawestin, weke kurdekî bihizirin û bi çavê kurdkî li cîhana xwe binêrin, ya herî xirab jî ew e ku çima em nikarin bi enstrûmanên tam, denklemên rast damezirînin? Bêguman bersiva van hemû pirsan di vê berhemê de tuneye. Erê, hûnê karibin çend çarçik wêneyên rewşa xwe ya trajîk a bi vî rengî di vê berhemê de bibînin, bi hezneke kurdewar lê binêrin û di ser halê xwe de biponijin û pirsan li xwe bikin!
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗