PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASISantiago de CompestelaFerhad Pîrbal
Santiago de Compestela kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Santiago de Compestela

Ferhad Pîrbal · Yazar

Romana Ferhad Pîrbal “Santiago de Compestela” bi wergera Besam Mistefa bi kurmancî di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî vê romanê “Hotel Eurôpe” û kitêbeke çîrokan “Çolistan” bi kurmancî derxistibû. Dara ressamekî kurd e ji xelkê Helebçe û li Montmartr...

Sayfa
168
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2013-05-10
Yayınevi
AVESTA BASIN YAYIN
ISBN
9786055279356
Dil
kürtçe
Format
Dosya henüz eklenmedi
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗

PDF kitap arşivi dış sitede açılır. Bu kitap için doğrudan dosya bağlantısı henüz eklenmemiştir.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Romana Ferhad Pîrbal “Santiago de Compestela” bi wergera Besam Mistefa bi kurmancî di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî vê romanê “Hotel Eurôpe” û kitêbeke çîrokan “Çolistan” bi kurmancî derxistibû. Dara ressamekî kurd e ji xelkê Helebçe û li Montmartrea Parîsê portreyan ji bo tûrîstan çêdike. Her tim dixwaze koç bike, her tim dixwaze cihê ku lê ye li pey xwe bihêle û biçe. Lê di nav ciyên çûyinê de Kurdistan nîne, ji ber ku li wir wan tabloyan kes bi du dînaran nakire. “…tê li wir çi bikî! Bi rastî, tu bi kêrî çiyê Kurdistanê tê, ji ber çi tê vegerî?” Welatê wî çiraveke mezin e, ji hemû malbata wî goristanek maye. Di xewne/şevekê de rastî Oriana tê. Di sohbeteke dirêj a ligel heşîşê ya li ser huner, qerar dide biçe: Ji ber ku “tenê huner dikare ‘xweşikiyê’ zindî bihêle.” Dev ji her tiştî berdide. Li trênê siwar dibe û bi rê dikeve. Di deftera wî de tenê adresek heye ku bi xetên aloz û tevlihev hatiye nivîsandin: Venus Corbacho Esteban Rue de Paradis 9, 3-1 Santiago de Compostela Ferhad Pîrbal bi “Santiago de Compostela” me derdixe gerekê ber bi dilê dinyayê ve, gereke ku emê li wateyên cihê yên jiyan, huner, ciwanî, hezkirin, xeyal û xweşikiyê rast werin…
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗