PDF kitap ve e-kitapları keşfedin. Yeni kitapları takip et
KİTAP DÜNYASIŞikestîReceb Dildar
Şikestî kitap kapağı

Her kapağın ardında yeni bir dünya.

KİTAPLIĞINIZ İÇİN BİR KEŞİF

Şikestî

Receb Dildar · Yazar

Nivîskar di vê romanê de, dîroka bêbext dide ber pirsan. Hûn ê di vê romanê de qêrîna Dêra Qîre, Deşta Bîşêrîyê, hewara Çemê Xerzan û Dîyarbekira stûxwar bibihîzin Li ser bênderên gundê Barisilê, roja man û nemanê ye. Mirin û jîyan li hemberî hev serqot in. Ji...

Sayfa
240
Kategori
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe
Yayın tarihi
2021-09-27
Yayınevi
DARA YAYINLARI
ISBN
9786257304245
Dil
kürtçe
Format
PDF / EPUB
Kitap Diğer Dildeki Yayınlar Kürtçe ↗
İndirme henüz hazır değil

Kitap bilgilerini inceleyebilir, diğer kitapları keşfedebilirsiniz.

Bağlantılar eKitaplığım ana sayfasını yeni sekmede açar.

SAYFALARIN ARASINDA

Kitap hakkında

Nivîskar di vê romanê de, dîroka bêbext dide ber pirsan. Hûn ê di vê romanê de qêrîna Dêra Qîre, Deşta Bîşêrîyê, hewara Çemê Xerzan û Dîyarbekira stûxwar bibihîzin Li ser bênderên gundê Barisilê, roja man û nemanê ye. Mirin û jîyan li hemberî hev serqot in. Ji çavên dîl gazin difûrin, çirûskên hêvîyê xembar in. Germa havînê, dilopên xwêdanê bi ser kelecana dil ve dişîne. Kelecana dil, qefesên sîngên kelegerm dikute. Qêrînên bêdeng di nav bêçaretîyê de digevizin. Hêvî li asoyên gelekî dûr in. Can di nav lêhîya zulme de diperpitin. Roj ji ronahîya xwe fedî dike. Çîyayên Remî ji bilindbûna xwe fedî dikin. Deşta Bişêrîyê ji hebûna xwe fedî dike. Gundê Barisil, ji bêçaretîya xwe zarezar e. Îsyana xortên nûgihîştî, di nav dilan de difetise. Hewara pîr û kalan di nav kezebê de ditepise. Hemû deng di nav sîngan de, asê mane. Dem sekinîye. Tevger sekinîne. Livên herî biçûk, wek lehîyekê bi ser kerrikên guhan ve dibezin. Hemû çav bi hev ve hatine girêdan. Çavên herkesî li ser koma girtîya ne. (Ji romanê)
KEŞFETMEYE DEVAM EDİN

Bunlar da ilginizi çekebilir

Kitaplığa dön ↗