Kitap hakkında
Helbestkar, di nivîsên xwe de, bi şêweyekî sade lê kûr, li ser evîn, xerîbî, bîranîn û nasnameyê vedibêje. Ev pirtûk yekem hewldana wê ye ku dengê hundirê xwe bi peyvan veguherîne û bi xwendevanan re parve bike Leyla; ez westiyam. Navê te bang dikim li deşt û geliyan, Dinyayê tijî dikim bi gazin û giliyan, Li tavê te digerim nav zindî û miriyan, Leyla... Te got: “Here” û ez çûm. Derd û bela li min bû kom. Hêdî hêdî dihelim wek mûm. Ne dil, ne reh, ne rûh û ne giyan bûm pençek qûm, Leyla... Dengê te dibihîzim li pişt hemû deriyan, Şêjna te dibînim di wan du zuwa qumriyan. Bi xatirexwistinek sar bûm volkan û kelyan, Du jiyan didim xayin zeman berdêla du kêliyan.